Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

 Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêya 649 wargehan hat girtin.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku ji ber rewşa hewayê 195 taxan hat girtin.

Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

Ekîbên li Ozalpê ji bo welatî tengasiyê nekişînin bi şev û roj dixebitin.

- Mûş

Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a bajêr hatin sitandin, ji ber berfa 2 roj e li bajêr dibare rêya 172 gundan hat girtin.

Ekîb xebatên vekirina rêyên girtî didomînin.

Ekîbên şaredariyê jî berfa li kuçe û kolanan paqij kirin.

- Bidlîs

Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a bajêr hatin sitandin, ji ber berfa li bajêr dibare rêya 184 gundan hat girtin.

Ji ber berfa 2 roj e dibare wesayît di binê berfê da man, welatiyan berfa li pêşiya dikan û malên xwe paqj kirin.

- Hekarî

Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a bajêr hatin sitandin, ji ber berf û bagerê rêya 98 gundan hat girtin.

Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE