Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

Li Elezîz, Bîngol, Sêrt, Şirnex û Batmanê rêyên 367 gund û mezreyan girtî ne

Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

Li Elezîz, Bîngol, Sêrt, Şirnex û Batmanê berf û bagerê rêya 367 cî û waran girt.

Li gor agahiya ku ji Midûriya Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Elezîzê hat hildan, berfê li navendê rêya 48 gundan, ji navçeyan li Baskîlê rêya 30, li Aricakê rêya 4, li Madenê rêya 24, li Qereqoçanê rêya 6, li Kebanê rêya 6, li Kovancilarê rêya 18, li Paluyê rêya 32, li Sîvrîceyê rêya 28 gundan girtî ye.

Ji bo vekirina rêyan ekîb dixebitin.

- Bîngol

Berf û bagerê rêya 16 gundên ser navendê, ji navçeyan rêya 13 gundên Adakliyê, 24 gundên Gencê, 8 gundên Kanîreşê, 6 gundên Solxanê û 4 gundên Yayadereyê girt.

Ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin. Ekîbên Şaredariya Bîngolê jî berfa ser peyarêyan davêje.

- Sêrt

Li Sêrtê berf û bagerê rêya 13 cî û waran girt.

Berfê li Perwariyê rêya 6, li Şîrwanê rêya 4 û li Erûhê rêya 3 gundan girt.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.

- Şirnex

Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, ji duh êvarê vir va li navenda bajêr û navçeya Beytuşebabê berf dibare, bi taybetî berfê çûyîn û hatina gundên çiyayî kir tengasiyê.

Rêya mezreyeke ser navendê û 2 gund û mezreyeke Beytuşebabê hat girtin.

Li herêmê qalindahiya berfê cî bi cî heta mêtreyekî zêde bû û ji bo vekirina rêyan xebat tê meşandin.

Li navenda bajêr jî ekîbên şaredariyê ji duh êvarê vir va dixebitin ku rêyên sereke neyên girtin.

- Batman

Li Batmanê rêyên 40 gund û 43 mezreyan girtî ne. Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan bê navber dixebitin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE