Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

 Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê berf û bagerê rêya 442 cî û waran girt.

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê li tevahiya bajêr rêya 76 cî û waran girt.

Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin û berfa kolan û peyarêyan davêjin.

Xebatkarên tenduristiyê yên Navenda Tibê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê li baxçeyê nexweşxaneyê bûka berfê çêkir.

Xebatkaran maske dan ber dev û pozê bûka berfê û nivîsa "Em maskeya xwe bidin ber devê xwe û nexweşê xwe û xwe biparêzin" pê va daliqandin.

Li Hekariyê berf û bagerê rêya 15 gund û 34 mezreyan girt. Ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir ku 4 roj in li bajêr berf dibare û rêya 211 gundan hat girtin.

Yentur daxuyand ku ekîb şev û roj berfê davêjin.

Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê yê Îdareya Taybet a Bajarê Bidlîsê Umît Kurtkan jî daxuyand ku li tevahiya bajêr berfê rêya 106 gundan girt û ji bo vekirina rêyan xebat dewam dikin.

Ekîbên şaredariyê jî berfa ser kolan û kuçeyan davêjin.

Li Sêwasê ji ber berfa dibare rêya 696 gundan hat girtin

Di daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr da hat diyarkirin ku li bajêr rêya 696 gundan ji berfê hat girtin.

Ekîb ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.

Di xebatên vekirina rêyên girtî da pêşiya rêya nexweş, welidandin û mirinê tê vekirin.

- Ekîb gihîştin hewara nexweşên li gund

Hakki Varliyê 89 salî yê li Yukselena gundê Şaqişleya navçeya Sêwasê dijî ji ber ku agirê wî zêde bûye ji Navenda Tenduristiya Acil a 112ê alîkarî xwest.

Ji ber ku rê ji berfê hatibû girtin ekîbên tenduristiyê haya Îdareya Taybet a Bajêr pê xistin.

Ekîbên îdareya taybet rê vekirin, Varli bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

Li Meletiyê ji ber barîna berfê rêya 304 cî û waran girtî ye

Li gorî agahiya ku ji Navenda Kordînasyona Binesaziyê ya Şaredariya Bajarê Mezin hat wergirtin,li Akçadagê 33, li Darendeyê 11, li Puturgeyê 64, li Hekimhanê 34, li Arguvanê 45, li Battalgaziyê 39, li Yeşilyurtê 15, li Doganşehir û Kuluncakê li her yekî 6, li Yazihanê 13, li Kaleyê 22, li Doganyolê jî 16 tax rêya wan ji ber berf û bagerê hat girtin.

Xebatên vekirina rêyan bi 1300 personel û 500 wesayîtî va didomin.

Li Erzirom, Erdexan, Agirî, Erzincan û Tunceliyê rêyên 1805 cî û waran girtî ne

 Li Erzirom, Erdexan, Agirî, Erzincan û Tunceliyê berf û bagerê rêya 1805 cî û waran girt.

Li herêmê demek e bi navber berf dibare û ji ber berf û bagerê di çûyîn û hatinan da tengasî dertên.

Li deverên bilind ên Erziromê bager e û rêya 1181 tax û mezreyan hat girtin.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Ekîbên Midûriya Herêma 12em a Rêbejan jî ji bo ku rêyên sereke û rêyên navbera bajaran neyên girtin, rêyan xoy dike.

Berf û bagerê li Erdexanê rêya 14, li Agiriyê rêya 26, li Tunceliyê rêya 290 û li Erzincanê rêya 294 gundan girt.

Ekîbên rêbej, Îdareya Taybet a Bajêr û şaredariyê ji bo vekirina rêyan li ser kar in.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE