Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

Li 3 bajarên rojhilatê rêya 17 tax û gundan girtiye...

Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

Li Wan, Hekarî û Bidlîsê ji ber berfa zêde rêya 17 tax û gundan hat girtin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li bajêr ji ber berfê rêya 10 taxan hat girtin

Ji duh heya niha rêya 22 deveran hatin vekirin û ekîbên rêvekirinê li herêmê xebatên xwe didomînin.

Li bajêr ekîbên agirkujê şembelîkên bi banên dibistanan va daliqîn dişkênin ku zirarê nede xwendekaran.

- Bidlîs

Li Bidlîsê ji ber berfê rêya 7 gundan hat girtin.

Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo rê bên vekirin dixebitin.

- Mûş û Hekarî

Li Mûşê rêya 366 gundan ji berfê hatin paqijkirin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yenturk got ku li seranserê bajêr rêya hemû gundan hatiye vekirin, xebatên rêfirehkirinê dewam dikin.

Li gor agahiya Îdareya Taybet a Bajêr ya Hekariyê li ber berfê li Hekariyê rêya 7 gundan û mezrayan hatibûn girtin lê tîman rê vekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE