Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

Rêyên girtî yên herêmê tên vekirin

Li Wanê ji ber berf û bagera ku nîvê şevê tesîra xwe nîşan da, rêya 83 gund û mezreyan hat girtin.

Li Wanê barana ku duh dest pê kir, li ciyên bilind vegerand berfê.

Ji ber berf û bagerê li Başkale, Gurpinar, Bahçesaray û Gevaşê rêya 83 gund û mezreyan hat girtin. Ekîbên berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyan xebat dan destpêkirin.

Li derwazeyê Karabetê ya li ser rêbejaya Wan-Bahçesarayê û li derwazeyê Guzeldereyê ya li ser rêbejaya Wan-Hekariyê di çûn û hatinê da astengî derket.

Ekîbên Midûriyeta Herêma 11an a Rêbejayê jî li herêmê xebatên paqijkirina berfê didomînin.

Li navçeya Başkaleyê ya ku berf lê barî, welatiyan berfa li ser wesayîtan û her wiha ya li ber mal û kargehan paqij kirin.

Ekîbên şaredariyê jî xebatên paqijkirina berfê kirin û rê xwê kirin.

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê jî berfa ewil a salê ket. Bi barîna berfa ku nîvê şevê dest pê kir va navçe çîl û spî bû.

- Ji meteorolojiyê hişyariya barîna şilope û berfê

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê, li piraniya herêmê hewa dê perçe û pir ewrayî be, dem demî jî şilope û berf dê bibare.

Li herêmê germahiya hewayê dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji başûr û rojava nerm û carinan jî nîveqewî rabe.

Pileyên herî bilind ên germahiyê jî dê li Wan û Hekariyê 5, li Bidlîsê 3 û li Mûşê jî sifir be.

 Li Qers û Erzinganê ji ber berf û bagerê rêya 69 gundan hat girtin.

Li herêmê bager û barîna berfê ya ku nîvê şevê dest pê kir û nexasim li ciyê bilind bêtir tesîra xwe nîşan da, bû sedema girtina rêya 7 gundên girêdayî navenda parêzgehê, 11 gundên Dîgorê, 8 yên Arpaçayê, her yek 3 yên Akyaka, Sariqamûş, Selîm û Susuzê.

Li Erzinganê jî ji ber berf û bagerê li navçeya Çayirliyê 17, li Tercanê 11 û li Uzumluyê jî 3 gund rêya wan hat girtin.

Ekîbên rêveberiya taybet ên parêzgehan xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE