Rêyên girtî yên li herêmê tên vekirin

Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.

Rêyên girtî yên li herêmê tên vekirin

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê da hat diyarkirin ku li Bahçesaraya navçe ji ber berfê rêya 5 wargehan hat girtin.

Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.

Muş

Li Muşê ji ber berfa duh barî rêya 75 gundan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Li Gundê Uçevlerê qalindahiya berfê gihîşt mêtreyekê, heywadaran pezên xwe li ser berfê alif kir.

Li kîlomêtreya 45an a rêbejaya Muş-Bitlisê ji ber mijê ajokaran tengasî kişand, li navenda bajêr qiravî di ser daran da ket.

Bitlis

Li Bitlisê ji ber berf û bagerê rêya 70 gundan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Rayedaran diyar kirin ku xebatên ji bo vekirina rêyên girtî dewam dikin, ekîb ji bo rewşên neyînî amade ne.

Berfa duh li Xelatê dest bi barînê kiribû îro li ciyên bilind dewam dike. Welatiyan berfê li ser û ber xaniyên xwe paqij kirin, ekîbên şaredariyê jî rêyên taxan vekirin.

Hişyariya ji bo cemedê

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be û berfê bibare.

Tê texmînkirin ku bi roj û ber destê sibê cemedê çêbe, mijê bikeve û pûkê rabe.

Li bendê ne ku di nav rojê da germahiya hewayê li Vanê 4, li Hekariyê 5, li Muşê di binê sifirê da 1, li Bitlisê di binê sifirê da 2 pile be.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE