Rêyên girtî yên li herêmê vedibin

Li Van, Bitlis, Muş û Hakkariyê rêya 238 gund û taxan ji ber berfê hatin girtin.

Rêyên girtî yên li herêmê vedibin

Li Van, Bitlis, Muş û Hakkariya 238 gund û taxan ji ber berfê hatin girtin.

Di daxuyaniya Şaredariya Mezin a Vanê da hat gotin li navendê û navçeyan rêya 96 gund û taxan ji ber berfê hatin girtin.

Li Vanê di salên dawîn da zivistana herî zehmet tê jiyîn.

Tîm ji bo rê bên vekirin dixebitin, berfê li kamyonan bar dikin û dibin dervayî bajêr davêjin.

Hakkari

Li Hakkariyê ji ber berf û bagerê rêya 29 gund û 84 mezrayan hat girtin.

Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr duh ji 262 rêyan rêya 149 cihan vekirin, ji bo rêyên din jî bên vekirin dixebitin.

Li bajêr qalindahiya berfê hin cihan digîhîje 4 mêtroyan.

Tîmên şaredairyê li kuçe û kolanan berfê paqij dikin, lê zarok bi xizangan va li ser berfê xwe dişiqîtinin û kêfa berfê derdixin.

Li gundê Çigliyê ya li ser navçeya Çukurcayê ji ber ku şepe ket rêya Hekarî û Şirnexê hat girtin, lê tîman rê vekir.

- Bitlis/Muş

Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Rêveberiya Taybet a Bajar ê Bitlisê Umît Kurthan daxuyand li Bitlisê rêya 15 taxan ji ber berfê hatiye girtin.

Kurthan daxuyand ji bo bên vekirin xebat dewam dikin.

Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Rêveberiya Taybet a Bajar ê Muşê Nîhat Rênçber got rêya 14 gundan hatiye girtin, ji bo rê bên vekirin xebat dewam dikin.

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2020, 11:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE