Li Van, Bitlis, Mûş û Hakkariyê rêya 165 gund û taxan ji ber berf û bagerê hatin girtin
Di daxuyaniya Şaredariya Mezin a Vanê da hat gotin rêya 10 gund û taxan ji ber berfê hatin girtin.
Tîm ji bo rê bên vekirin dixebitin.
- Bitlis, Muş û Hakakri
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Rêveberiya Taybet a Bajar ê Mûşê Nîhat Rênçber got rêya 83 gund û mezrayan hatiye girtin,.
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Rêveberiya Taybet a Bajar ê Bitlisê Umît Kurthan jî daxuyand li Bitlisê rêya 70 taxan ji ber berfê hatiye girtin.
Li Hakkariyê jî rêya 2 mezrayan ji ber berfê hat girtin.
Hat ragihandin ji bo rê bên vekirin xebat dewam dikin.
- Hişyariya cemed û şepeyê
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14an, tê texmînkirin ku li herêmê hewayê perçe ewrayî û pir ewrayî be.
Hat gotin dem demî wê baran û berfê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê zêde neguhere, ji aliyê bakur va ba wê rabe.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê ya herî zêde li Van, Hakkari û Bitlisê 3 pile û 4, li Muşê jî pileyek be.
Rayedaran ji bo cemed û şepeyê hişyarî dan welatiyan ku bira baldar bin û bê tevdîr nemînin.
AA