Rêyên girtî yên li herêmê vedibin

Li Van, Muş, Hakkari û Bitlisê ji ber şertên neyênî yên hewayê rêyên 345 gund û goman hatin girtin.

Rêyên girtî yên li herêmê vedibin

Li Van, Muş, Hakkari û Bitlisê ji ber şertên neyênî yên hewayê rêyên 345 gund û goman hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Vanê, ji ber barîna berfê û bagerê rêyên 112 gund û goman girtî ne.

Ekîbên paqijkirina berfê yên şaredariyê ku xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin, berfa li ser peyarêyên li navenda bajêr jî paqij kirin.

- Hakkari

Li ser asta parêzgeha Hakkariyê ji ber barîna berfê û bagerê ku ev 2 roj in bênavber dewam dike, rêyên 24 gundan û 64 goman hatin girtin.

Herwiha ji ber mijê li navenda bajêr ajokaran li ser rêya dora bajêr, li ser rêbejaya Hakkari-Yuksekovayê jî li tanga Depînê zehmetî kişandin.

Ekîbên Rêveberiya Taybet ên paqijkirina berê jî xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin. Herwiha ekîbên şaredariyê jî li navenda bajêr dest bi paqijkirina berfê kirin.

- Bitlis/Muş

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Bitlisê Umît Kurtkan diyar kir ku li bajêr rêyên 95 gund û goman girtî ne.

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Muşê Nîhat Rençber jî diyar kir ku li seranserê parêzgehê ji ber barîna berfê rêyên 50 gundan girtî ne.

Herwiha li bajêr ekîbên paqijkirina berfê xebatên vekirina rêyan didomînin.

- Hişyariya cemed û şepeyê

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li herêmê bi giştî hewa dê pir û perçe ewrayî be û li dewrûbera Van û Hakkariyê jî şilope û berf dê bibare.

Li herêmê herwisa tê texmînkirin ku di pileyên germahiyê da guhertineke girîng dê çênebe û ba jî dê ji milê bakur nerm, carinan jî nîveqewî rabe.

Tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Bitlisê 5, li Hakkariyê 4, li Van û Muşê jî 3 pile be.

Herwiha hişyariya wê yekê jî hat dayîn ku li herêmê cemed dê bikeve erdê û herwisa rîsk heye ku li palên zêde çik, şepe bikeve û lewma jî divê welatî û kesên eleqedar baldar bin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE