Rêyên girtî yên li herêmê vedibin

Li Hakkari, Bitlis, Erzurum, Erzincan û Muşê di encama xebatên ekîbên paqijkirina berfê da ji 179 gund û gomên ku rêyên wan girtî ne, jê yên 171an vebûn.

Rêyên girtî yên li herêmê vedibin

Li Hakkariyê ekîbên paqijkirina berfê, ji bo vekirina yên 30 gund û 91 gomên ku ji ber berfê hatine girtin, dest bi xebatê kirin.

Li herêma ku li deverên bilind sitûriya berfê cih cihan derdikeve 3 metreyan, ekîban ji bo ku welatî zehmetiyê nekişînin, hemû rêyên girtî vekirin.

- Bitlis

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Bitlisê Umît Kurtkan diyar kir ku rêyên 8 gundên navend û navçeyan girtî ne.

Kurtkan destnîşan kir ku di encama xebatên ku ji duh va dewam dikin da rêyên 42 gundan vebûn, ji bo vekirina yên mayîn jî xebat didiomin.

- Muş

Herwiha hat ragihandin ku li Muşê jî di encama xebatên ekîbên paqijkirina berfê da rêyên girtî yên 8 gundan vebûn.

Li navçeya Vartoyê li gundên ku bi berfê spîçîl bûne, zivistan hem bi dijwariya xwe û hem jî bi bedewiya xwe rengê xwe nîşan dide.

Erzurum

Li Erzurumê pêr berf barîbû û rêya gelek taxan hatibû girtin. Ekîban rêya gelek taxan vekir.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêya 9 taxan dixebite.

Li Erzincanê jî berf û bagerê ji navçeyan li Refahiyeyê rêya 14, li Îlîçê rêya 24, li Kemaliyeyê rêya 15, li Otlukbeliyê rêya 5, li Çayirliyê rêya 5 gundan, li Kemahê rêya 13 gundî û li Tercanê rêya 6 gundan girtî ne.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr, ji bo vekirina rêyan bi 7 ekîb, 9 qirêder, 3 kamyonên berfê û 3 kepçeyan va dixebitin ku rêyan vekin

- Hişyariya cemed û hişkiyê

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, li herêmê bi giştî hewa dê pir û perçe ewrayî be û herwiha berf dê bibare. Destê sibehê û nîvê şevê ligel cemed û hişkiyê, bûsî û cih cihan jî mij dê çêbe.

Li herêmê herwisa germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji milê başûr û rojhilat nerm, carinan jî nîveqewî rabe.

Tê texmînkirin ku germahiya herî bilind a rojê li Wanê 4, li Muş û Bitlisê sifir û herwiha di bin sifirê da li Hakkariyê jî 3 pile be.

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 12:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE