Li Wan û Mûşê rêya 45 gund û taxan yên ku ji ber berf û bagerê hatibûn girtin vebûn.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, li bajêr ji duh va bi navber berf dibare û rêya 15 taxan hatin girtin.
Tîmên rêbej û şaredariyê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kir. Tîman di vê çarçoveyê da rêyên taxên li Miks, Gurpinar û Muradiyeyê vekirin.
Tîmên paqijkirin Îdareya Taybet a Mûşê rêyên 30 gundên ku ji ber berf û bagerê hatibûn girtin, vekirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li giştiyê herêmê hewa ewrayî û pir ewrayî be.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be û herwiha ba jî wê ji aliyê başûr û rojavayê va nerm, car caran jî wê nîveqewî rabe.
Tê texmînkirin nava rojê jî germahiya herî zêde li Wan û Hekariyê 8, li Mûşê 4 û li Bidlîsê jî wê 3 pile be.
Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2019, 17:24