Li Qers û Erziromê ji ber barîna berfê rêya 33 gund û taxan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Li Erziromê ji ber berf û bagerê û cemedê taxên dûrî navendê di tengasiyê da man. Li bajêr ji ber berf û bagerê rêya 31 taxî ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Ekîbên rêbeja û şaredariyê bi gelek kirêder, kamyon, dozer, kepçe û makîneyên berfê va dixebitin ku rêyên girtî vekin.
Li Qersê jî ji ber barîna berfê rêya Bacîoxliya gundê Arpeçayîrê û Yarkayaya gundê Sarîqamîşê hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên gundan xebatên xwe didomînin.
AA