Rêziknameya welatîtiya Turkiyeyê guherî

Ji bo ku biyanî bikaribin bibin welatiyê Turkiyeyê şert û mercên hewce ji nû va hatin diyarkirin.

Rêziknameya welatîtiya Turkiyeyê guherî

Guherînên der barê rêziknameya Qanûna Welatîtiya Turkiyeyê da di Rojnameya Fermî da hatin weşandin û ketin rewacê.

Ev guherînên ku li ser rêziknameyê hatin kirin ji hêla Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatin îmzekirin û di Rojnameya Fermî da hatin weşandin.

Li gor vê ji bo biyanî bikaribin bibin welatiyê Turkiyeyê şertên hewce dikin ji nû va hatin diyarkirin.

Berê kesê dixwest bibe welatiyê Turkiyeyê divê herî kêm 2 milyon dolarê Amerîkayê veberhênana sabit bikira. Ev şert wek 500 hezar dolarê Amerîkayê an jî qasî vê dowîz an jî lireyê Tirkiyeyê guherî.

Li gor şertê berê kesê bixwasta bûbûya welatiyê Turkiyeyê divê xanî û avahiyên bihayê wan milyonek dolarê Amerîkayê bûn bikiriya û heta sê salan nefirota. Ev şert jî wek 250 hezar dolarê Amerîkayê an qasî vê dowîz an jî lireyê Tirkiyeyê guherî.

Ji bo kargehan jî hejmara xebatkarên hatine îstixdamkirin ji 100 kesî dakete 50 kesî.

Şertekî din yê berê jî ew bû ku kesê dixwest bibe welatî divê 3 milyon dolarê Amerîkayê razanda bankayeke Turkiyeyê û 3 salan ev pere nekişanda. Ev pere jî ji 3 milyon dolaran dakete 500 hezar dolarî an jî heman bihayî dowîz an jî TL.

Amûrên deyndarbûna dewletê ya ku 3 milyon dolar bû û divê 3 salan neyê firotin jî bû 500 hezar dolar an qasî vê dowîz an jî lireyê Turkiyeyê.

Ji bo kar û barên welatîtiyê ofîsên taybet wê bên avakirin. Kesên dixwazin bibin welatiyê Turkiyeyê wê serî li van ofîsan bixin, kar û barên wan wê di demeke kin da bên qedandin. Komîsyoneke ji Wezareta Karên Navxweyî wê van ofîsan û kar û barên dikin kontrol bike.

Dîroka nûkirinê: 19 îlon 2018, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE