“ S-400 ji bo parastinê ne, tu talûkeya wê tune”

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin derbarê s-400an de daxuyanî da...

“ S-400 ji bo parastinê ne, tu talûkeya wê tune”

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin derbarê s-400an de daxuyanî da û got: s-400an di demeke nêz de wê teslîm bikin. Îbrahîm kalin derbarê guhertina kabîneyê de jî axivî û da zanîn ku niha qala tiştekî wisa nakin.

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da.

Kalin behsa teslîmata S-400an kir: S-400an di demeke nêz de wê bidin me. Em ê wan bi awayekî aktîf bişixulînin. Ev pergala parastinê ye û ji bo sîstema NATOyê ne talûke ye.

Civîna 3 salî ku di çarçoveya pêvajoya Astanayê de tê kirin, dê vê carê li Tirkiyê were lidarxistin.

“Tirkiye, Rûsya û Îran dê civînekê bikin û ev civîn li Tirkiyê, bi mazûvaniya serokkomarê me dê bê lidarxistin. Di vê civînê de meseleya Sûriyê bi awayekî berfireh dê bê nirxandin.”

Civîn wê kîjan rojê çêbe, hêj ne diyar e. Lê mijarên wekî Idlîb, ewlehiya li welêt, komisyona destrûrê, rewşa penaberan wê civînê de werin gotûbêjkirin.

Par Tirkiye, Rûsya, Elmanya û Fransayê li Stenbolê civîneke 4 alî kiribû. Civîna duyemîn jî dîsa bi mazûvaniya Serok Erdogan dê li Tirkiyê bê lidarxistin.

Îbrahîm Kalin bersiv da pirsên li ser guhertina wezîran jî: Ew tiştên ku tên xeberdan an jî tên xwestin, helbet em wan li cem xwe dinirxînin. Lê aşkere ye; ev bi sparîş û zordayînê nabe. Di vê meseleyê de ew bi xwe biryara xwe dide. Niha em qal û qîla tiştekî wisa nakin.

Dîroka nûkirinê: 05 Tîrmeh 2019, 18:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE