Êş û birîna bavê qaymeqamê şehîd mîna roja ewil nû ye

Safiturkê bav ji rojnamegeran ra diyar kir, 5 sal di ser şehîdbûna kurê wî ra derbas bûn, lê êş û birîna wî hê jî mîna roja ewil nû ye.

Êş û birîna bavê qaymeqamê şehîd mîna roja ewil nû ye

 Birîna Asim Safiturkê bavê Qaymeqam Muhammed Fatih Safiturk ku 5 sal berê di êrîşa rêxistina terorê PKKyê ya bi teqemeniya destçêkirî ya dijî Qaymeqamtiya Dêrika Mêrdînê da şehîd bû, hê jî mîna roja ewil nû ye.

Safiturkê bav ji rojnamegeran ra diyar kir, 5 sal di ser şehîdbûna kurê wî ra derbas bûn, lê êş û birîna wî hê jî mîna roja ewil nû ye.

"Muhammed ewladê 80 milyonî ye"

Safiturk bal kişand ku kula ewlad qet nayê jibîrkirin û wiha dewam kir, "Kurê me heger di mertebeya şehîdiyê da nemiriya dê tenê bibûya kurê me, lê niha yê 80 milyonî ye."

Safiturk diyar kir, eleqeya ku ji kurê wî ra tê nîşandan, kêfa wî xweş dike û wiha dewam kir, "Îftixara me ye, Xwedê ji miletê me razî be. Em dia dikin. Miletê me gava rastiyê dibîne, dibe yek. Em vê yekê dibînin. Em dibînin ka çawa xwedî li kesekî ku ji bo welat şehîd bûye, derdikevin. Heger ji bo welat be, gelek kes lê xwedî derdikeve."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE