Êş û jana malbata ciwanên ku alîgirên PKKyê ew bi wehşiyane kuştin dananiye

Li Diyarbekirê 6 sal berê di Eyda Qurbanê da ciwanan wexta ku goştê qurbanê bela dikir, bi destê alîgirên PKKya rêxistina terorê bi wehşiyane hatin kuştin. Êş û jana malbatên ciwanan û Yusuf Erê ku birîndar filitî hê dewam dike.

Êş û jana malbata ciwanên ku alîgirên PKKyê ew bi wehşiyane kuştin dananiye

Li Diyarbekirê 6 sal berê di Eyda Qurbanê da ciwanan wexta ku goştê qurbanê bela dikir, bi destê alîgirên PKKya rêxistina terorê bi wehşiyane hatin kuştin. Êş û jana malbatên ciwanan û Yusuf Erê ku birîndar filitî hê dewam dike.

Li Baglara navçeya navend komeleyekê di eyda qurbanê ya sala 2014an da goştê qurbanê kirin pakêtan û li feqîran bela dikir. Di 6-7ê Cotmeha 2014an da alîgirên PKKya rêxsitina terorê bê destûr xwepêşandan kirin û di xwepêşandanan da Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokguz bi awayekî wehşî hatin kuştin. Malbatên ciwanan her sal di 6-7ê cotmehê da êş û jana zarokên xwe dikşînin.

Yusuf Erê ku hevalên wî li ber çavên wî kuştin û ew jî birîndar filitî jî 6 sal e bûyer ji bîrê neçûne, timî gora hevalên xwe ziyaret dike û dia dike.

Mehmet Gokguzê bavê Hasan Gokguz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku her çend di navberê ra 6 sal derbas bûne jî ew heman êş û janê dikşînin.

Gokguz daxuyand ku her sal di 6-7ê cotmehê da kula wan nû dibe û wiha dewam kir:

"Neviyê min niha 6 salî ye, lê kurê min çûyîna wî ya dibistanê nedît. Heke bidîta ku diçe dibistanê, wê pir şa bûya. Kula me hê teze ye, ya ku kirin em ê ji bîr nekin. Bira lêpirsîn dewam bike, tiliya kê di vî karî da hebe, bira hemûyan bigirin. Bira edalet cihê xwe bibîne, cezayê ku heq kirine bira hildin."

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 25ê Îlonê da der heqê çalakiyên 2014an ên bi hinceta Kobaniyê hatin lidarxistin da lêpirsînek da destpêkirin û ji 20 gumanbarên ku di 25ê îlonê da hatin binçavkirin biryara girtina 17 kesan hat dayîn. Di nav da parlamenterên HDPyê yên berê û Şaredarê Qersê yê HDPyî Ayhan Bîlgen jî heye. Gokguz xwest ku wan jî weke mexdûr tevî dosyeya girtina 17 kesan bikin.

Oztekîn Dakakê bavê Ahmet Dakak jî diyar kir, di nav 6 salan da êş û jana wan daneynî, kurê wî timî di hişê wan da ye û jê ra dia dikin.

Dakak di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Zarokê me hê jî li pêş çavê me ye. Xwedê derdê kezebê nîşanî tu malbatê nede û heqê me jî ji wan kesên vê anîn serê me ra jî nehêle. Ji ber ku salvegere jî mirov zêdetir diêşê. Heke kurê min sax bûya niha ewladê wî hebû min ê jî ji neviyê xwe hez bikira. Ez bi taybetî jî bişev têm ser gorê û wext derbas dikim. Ji ber van bûyeran binçavkirin û girtin qewimîn, hin ji wan serbest man hinek ji wan hatin girtin. Zarokê tu kesî ji wan li serê çiyê ye gelo? Her tim zarokên kesên reben û mezlûm li serê çiyê ne û ew tên kuştin."

- "Me tu carî vê zilmê ji bîr nekir"

Yusuf Er ê ku di êrîşa hevalên wî hovane hatin kuştin da awayek birîndar xilas bû got ku ew roj digel derbasbûna wextê ji pêş çavên wî naçin.

Er diyar kir ku ew jî hema hema dihat qirkirin û Xwedê li ruyê wî mêze kir û ew xilas bû û wiha domand: "Ew roj ji pêş çavên min naçe. Ew roja ez di kuçeyê ra derbas dibûm min nimareya apê xwe Silêman Er da kesên rastî wan hatim û min jê xwest ku bila were û min bibe. Wan têlefonî apê min kir, ew hat û min bir nexweşxaneyê. Di ser ra 6 sal derbas bû û digel vê me tu carî vê zilmê ji bîr nekir û bo neyê jibîrkirin jî em hewl didin."

Di berdewamiya axaftina xwe da Er destnîşan kir ku çi kesên tevlî bûyerên 6-7ê Cotmehê bûne divê bên darizandin û wiha pê da çû: "Em dixwazin ew doza ji ber van bûyeran li Selahattîn Demirtaş hatiye vekirin bila li siyasetmedar û parlementerên din jî bê vekirin. Piştî bûyerê ez zewicîm û sebiyê min jî heye. Digel zewac û wexta di ser bûyeran da derbas bû ez hê jî wan tiştên qewimîne nikarim ji bîr bikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE