Êşa ku 28 sal e dewam dike: Qetlîama Başbaxlarê

Êşa ku 28 sal e dewam dike: Qetlîama Başbaxlarê

Eşa Qetlîama Başbaxlarê ya ku 28 sal berê terorîstan avêtibûn ser Başbaxlara gundê Kemaliyeya navçeya Erzincanê û 33 sivîl kuştibûn hê jî dewam dike.

Terorîstên PKKyî di 5ê Tîrmeha 1993an da hatin li gundê Başbaxlarê ya 220 kîlomêtro dûrî bajêr e. Terorîstan jinan li devê çem kom kirin, malê gundiyan şêlandin, tiştên biqîmet yên wek pere û zêr hildan û paşê malên wan şewitandin.

Li gund 5 kesên dijî vê yekê derketin jî hatin kuştin.

Terorîstan 28 mêrên piştî nimêja mexrebê ji mizgeftê derketin jî li meydana gund kom kirin, hinekî propagandaya rêxistinê kirin û paşê gundî gulebaran kirin.

- 28 sal e êşa bûyerê ji bîr nakin

Gundiyên li vir dijîn 28 sal e êşa bûyerê ji bîr nakin, her sal bi merasimê va kesên hatine şehîdkirin bi bîr tînin û li goristanê ji bo wan diayan dikin.

Alî Akarpinarê mixtarê gund yê ji qetlîamê birîndar xilas bûye ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di nav şevekê da gund bû xwelî.

Akarpinar got piştî nimêja mexrebê komeke terorîstan ya ji 80 an 100 kesî pêk tê hatin gund gundiyan ji mizgeftê hildan û gotin ew ê civînekê bikin.

Akarpinar anî ziman komeke dinê malê wan şêlandiye û wiha dewam kir: "Jinan kom kirine heta zêr û zeberên wan her tiştên wan hildane. Qasî nîv saetan propaganda kirin û paşê gule berdan ser me. Li vê qada ku hûn dibînin 27 gundiyên me bi sedan guleyan va can dan. Ji 33 kesan yekî li nava gund kuştin, 5 kes jî di malên xwe da hatin şewitandin."

Mixtar Akarpinarê di bûyerê da birîndar bû got piştî tedawiya nexweşxaneyê ya ku 2 mehan dewam kiriye ew ziviriye gund û wiha dewam kir: "Di 5ê Îlona 1993an da ez hatim gund, lê şewat hê venemiribû. Gund bi dozeran va rast kiribûn. Me eşyayên xwe yên di hundirê malan da jî hilneda."

- "Em tu carê ji bîr nakin"

Ji gundiyan Alî Akpinar jî got di qetlîamê da bav, bira û gelek eqrebayên wî hatine kuştin û êşa wan hê jî dewam dike.

Akpinar xwest kesên vê yekê kirine divê bên cezakirin û wiha axivî: "28 sal berê şehîdên me çûn axretê, em dijîn, lê em di nav êşê da dijîn. Me tu carê ew ji bîr nekirin, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em her tim êşê dikşînin, her sal...Em tu carê ji bîr nakin."

Ji gundiyan Şerîf Gul jî got Qetlîama Başbaxlarê bi plankirî hat kirin, kesên vê yekê kirine bila bên dîtin û bên cezakirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE