Sabriye Şentopa jina Şentopê Serokê Meclisê dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Sabriye Şentopa jina Şentopê Serokê Meclisê dayikên Diyarbekirê ziyaret kirin: "Em ê heya dawiyê pişta dayikan bikin"

Sabriye Şentopa jina Şentopê Serokê Meclisê dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Sabriye Şentopa jina Mustafa Şentopê Serokê Meclisê di ziyareta xwe ya dayikên Diyarbekirê da wiha got, "Em ê heya dawiyê pişta dayikan bikin."

Sabriye Şentop bi Parlamentera Diyarbekirê ya AK Partiyê Oya Eronat û jinên hin parlamenteran ra çûn serdana dayikên Diyarbekirê yên seba zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê û li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin.

Şentopê bi malbatan ra hevdîtin kir û qernefîl da wan.

Di hevdîtinê da malbatan ji Şentop û kesên pê ra qala pêvajoya revandina serê çiyê ya zarokên xwe kir û bertek nîşanî HDP û PKKya rêxistina terorê da.

Şentopê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ew kedera dayikan û qêrîna wan hîs dikin û daxuyand ku revandina zarokekî revandina xeyalên wê malbatê ye.

Şentopê got ku ew wekî dayikekê vê yekê pir baş fêm dike û wiha dewam kir, "Malbatên ku zarokên wan hatine dizîn, di nav travmayekê da ne. Em ê heta dawiyê pişta dayikan bikin. Em dixwazin ku hemû zarok vegerin. Înşeallah di demeke herî kin da hemû vegerin, rûyê hemûyan geş bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE