Li Diyarbekirê Hozanê gel, hozan Zulfî Yoldaşê 75 salî ji 30 salan zêdetir e hostetîya erbaneyê dike. Heta niha ji 100 hezarî zêdetir erbane çêkirine û firotine. Hozan Zulfî 18 pirtûkên helbestê nivîsîne û bi dehan beste dane hunermendên navdar. Dibêje ez hozanê dawî yê dîyarbekirê û şagirtê eyşe şanê me.
Li Dîyarbekirê Hozanê dawî yê gel; Hozan Zulfî Yoldaş li dikana xwe ya li hundirê Sûrê bi salan e erbaneyan çêdike û difiroşe.
Yoldaş ji 100 hezarî zêdetir erbane û def çêkirine û van erbaneyan hem li nav welêt difiroşe hem jî dişîne derveyê welêt.
Hozan Zulfî hem erbaneyayan çêdike hem jî bi hevalên xwe re li erbaneyê dide.
Ji xeynî vê beyt û qesîdeyan dibêje û bi tembûrê stranan îcra dike.
Hozan Zulfî 18 pirtûkên helbestê nivîsîne û hostatiya Îbrahîm Tatlises kiriye û beste dane stranbêjên navdar ên wek Azer Bulbul û Ceylanê.
Hozan Zulfî Yoldaş şagirtê Eyşe Şanê ye.
Hozan Zulfî zêdetir li ser evîn, hezkirin, dostanî û biratîyê dinivîse.