Walîtiya Agiriyê got kodnivîsa kompîturan pêşeroj e û proje û şahiya kodnivîsê li dar xist. xwendekarên ji 300 dibistanan bi 480 projeyên xwe beşdarî şahiyê bûn.
Zana û pispor dibêjin siberoja mirovyê wê bi kodnivîsên bernameyên teknolojîk bi pêş bikeve.
Ji bo zarok û ciwan jî bala xwe bidin vê yekê têne teşwîqkirin.
Walîtiya Agiriyê jî projeya kodnivîsê da destpêkirin û şahiya danasîna bernameyan li dar xist.
Xwendekar ji 300 dibistanan bi 480 projeyan tevlî şahiyê bûn û projeyên xwe nîşanî mamoste, heval û gelê Agiriyê dan.
Kelecana xwendekaran bi eleqaya xurt zêdetir bû. Dê û bavê wan jî gotin wê endazyarên me jî bighêjin.