Li Gaziantepê Ev cara ewil e “şahiya lîstikên bêtemas’’ hat lidarxistin. dixwazin bi van lîstikan zarok hînî heyama şewbê bibin.
Şaredariya Gaziantepê li dar xist, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk danasîna wê kir.
“Projeya Lîstikên Bêtemas’’…
Di heyama şewbê de ji bo zarok lîstikên biewle bilîzin, pêşî perwerde hat dayîn mamosteyan, pişt re jî şahiya lîstikên bêtemas hat lidarxistin.
Bi van lîstikan zarok wê him tevli civakê bibin him jî xwe ji vîrûsê biparêzin.
Ev lîstik wê ji aliyê mamosteyan ve li dibistanan jî bên lîstin.
Rayedarên bajêr jî beşdarî şahiyê bûn û li kêfxweşiya zarokan temaşe kirin.