Şaredariya Batmanê di çarçoveya şahiyên 23ê nîsanê de avahiya midûriya afad’ê bi pêlîstokên hirçan xemiland. Malbat û zarokan li ber avahiyê sekinîn ê wêne girtin.
Her sal li seranserê welêt di çarçoveya Cejna Zarokan a 23ê Nîsanê de şahiyên cur bi cur tên lidarxistin.
Şaredariya Batmanê jî di çarçoveya çalakiyan de pêlîstokên hirçan amade kir û bi pêlîstokan avahiya Midûriya AFAD’ê xemiland.
Malbat û zarok li ber avahiya xemilandî sekinîn û wêne girtin.
Şaredarî plan dike ku piştî Cejna Zarokan a 23ê Nîsanê pêlîstokan kom bike û li zarokên gundan belav bike.
Ji ber şewba vîrûsa koronayê îsal merasîm û bername hatibûn qedexekirin.
Şaredariyê jî xwest bi vê çalakiyê cejna zarokan pîroz bike.