"Salê derdora 200-270 tonî da xwê çêdibe"

Li Tunceliyê welatî bi salan e ji çavkaniyên tebiî xwê derdixin

"Salê derdora 200-270 tonî da xwê çêdibe"

Li Gonelî, Xiber û Balpayama gundên Pulumura navçeya Tunceliyê welatî bi salan e bi xwêya ji çavkaniya tebiî derdixin debara xwe dikin.

Li herêmê bi germbûna hewayê ra gundî li tesîsên li gundên xwe dest bi derxistina xwêyê kirine. Gundî pêşiyê bi motorê ava xwêya di bîran da kom kirine dikişînin hewzên ku hatine çêkirin. Di pey ra jî bi boriyên avê ava di hewzan da demekê dimîne dikişînin hewzên ku tê da xwê tê çêkirin.

Ji ber germê ji avê hilm radibe û xwêya fenanî krîstalê ye di binî da dimîne. Gundî di pey ra bi bêran xwêya çêdibe kom dikin.

Gundiyên li herêmê qederê 200 sal e xwê çêdikin û li tesîsên li gundan 15-20 kes dixebitin.

Gundî xwêya li ber tavê ziwa dibe dikin telîsan û kîloya wê bi 20 lireyî li navenda bajêr û li bajarên derdorê difiroşin.

Ji gundiyan Mehmet Arslanê diyar kir ku ji bona xwê derxin sondajên 11 mêtro kûr lê dixin.

Mehmet Arslan destnîşan kir ava derdikeve bi motoran di depoyan da kom dikin û wiha got, "Ava di hewzên mezin da kom dibe di pey ra derbasî hewzên biçûk dikin. Ava di hewzan da ji ber germê ziwa dibe û xwê di binî da dimîne. Bi bêrê em xwêya çêdibe li hev kom dikin. Xwê di nava rojekî da ziwa dibe û di pey ra em dikin telîsan. Hewa çiqas germ be ava xwêyê ewqas zû ziwa dibe. Ava ku em di nava 4 rojan da derdixin di nava 2 rojan da jî dibe xwê."

"Salê derdora 200-270 tonî da xwê çêdibe"

Turan Kahramanê li Goneliyê berpirsiyarê bazarkirina xwêyê ye diyar kir xwêya li Pulumurê çêdibe dişînin her derê Tirkiyeyê.

Turan Kahraman diyar kir li tesîsan 70 hewzên xwê hene û wiha axivî, "Gava şert û mercên hewayê baş bin ji hewzan salê derdora 200-270 tonî da xwê çêdibe."

Ji welatiyan Şukru Eren destnîşan kir ji ber ku baş e her sal ji xwêya Pulumurê dikire û got ku ev xwê tehma xwarinan jî xweş dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE