"îsal ji Stenbolê 85 hezar koçberên bêdestûr hatin desteserkirin"

Wezîr Soylu beşdarî Civîna Meclisê ya Yekîtiya Şaredariyan a Tirkiyeyê bû. Soylu berî civînê axivî û qala koçê kir û herwiha destnîşan kir ku di warê vegerê da gavên girîng hatin avêtin.

"îsal ji Stenbolê 85 hezar koçberên bêdestûr hatin desteserkirin"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got, "Ji Stenbolê ji serê salê şûnda me 85 hezar koçberên bêdestûr desteser kirin û sewqî navendên me yên paşdaşandinê an jî welatên wan kirin." 

Wezîr Soylu beşdarî Civîna Meclisê ya Yekîtiya Şaredariyan a Tirkiyeyê bû. Soylu berî civînê axivî û qala koçê kir û herwiha destnîşan kir ku di warê vegerê da gavên girîng hatin avêtin.

Soylu got ku wan li Stenbolê û li gelek ciyên din ên Tirkiyeyê xebat dan destpêkirin û wiha pê da çû:

"Ber bi Stenbolê herikîneke pir zêde çêbû. Ji serê salê şûnda der heqê vê mijarê da me dest bi wergirtina tedbîran kir. Ji Stenbolê ji serê salê şûnda me 85 hezar koçberên bêdestûr desteser kirin û sewqî navendên me yên paşdaşandinê an jî welatên wan kirin"
"12 Tîrmehê li Stenbolê di pêngava ku me dest pê kir da heta niha 60 hezar Sûriyeyî ber bi parêzgehên ku lê qeydkirî ne diçin. Heger em vê hevsengiyê needilînin, Xwedê neke, em ê nikaribin pêşiyê li hin hedîse an jî rageşiyên ku carinan tiliya hin kesan tê da heye, bigirin."

Soylu herwiha bal kişand ku bi Herekata Kaniya Aştiyê gava navçeya aram hat avakirin, di vegeran da lez dê çêbe. AA

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE