Hosteyên dirûnê yên Şanliurfayê îsal cil û kirasên rengîn didirûn. Esnafên Şanliurfayî qumaşên xwe ji hîndistanê tînin û berhemên rengorengo pir tên ecibandin.
Li sûk û bazaran îsal qumaşên rengîn hene.
Jinên Şanliurfayî jî ji bo xeftan, kiras û fîstanan îsal berê xwe dan qumaşên Hîndistanê.
Esnaf û terziyên Şanliurfayî jî ji bo siparîşan bigihînin bê navber dixebitin.
Cil û bergên herêmî ku ji van qumaşan tên çêkirin dişînin gelek bajarên rojava û Ewropayê jî.
Bihayê xeftan û kirasan ji 400 lîreyî dest pê dike heya 900 lîreyî dertê.