''Îsal me him li dijî vîrûsa Kovîd-19ê him jî li dijî vîrûsa ku neyartiya Îslamê dike têkoşîn da''

Serok Erdogan di axaftina xwe da got ku îsal ji xeynî vîrusa Kovîd-19ê me dijî vîrusa neyartiya dijî Îslamê jî ku hê lezgîntir belav dibe têkoşîn da.

''Îsal me him li dijî vîrûsa Kovîd-19ê him jî li dijî vîrûsa ku neyartiya Îslamê dike têkoşîn da''

Serokkomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Îsal ji xeynî vîrusa Kovîd-19ê me dijî vîrusa neyartiya dijî Îslamê jî ku hê lezgîntir belav dibe têkoşîn da."

Erdogan bi vîdeo konferansê beşdarî Kongreya Salane ya 23yemîn ya saziya bi navê Cemiyeta Misilmanan ya Amerîkayê bû.

Serok Erdogan di axaftina xwe da got ku îsal ji xeynî vîrusa Kovîd-19ê me dijî vîrusa neyartiya dijî Îslamê jî ku hê lezgîntir belav dibe têkoşîn da.

Erdogan diyar kir eleqeya biçûkdîtina nirxên însanan bi azadiyê ra tuneye û wiha axivî: "Di rojên dawîn da hûn jî ji nêz va teqîb dikin ku li Fransayê di bin navê azadiya fikrî da heqaret li pêxemberê me tê kirin. Eleqeya biçûkdîtina nirxên însanan bi azadiyê ra tuneye. Her cure êrîşên dijî nirxên me yên muqeddes di nav azadiya fikrî û çapemeniyê da dinirxînin, lê tehemûla wan ji bona rexneyên me yên biçûk yên der barê wan da tuneye."

Serok Erdogan destnîşan kir dibînin ku fanatîzma îdeolojîk ku ferqa wê ji DEAŞ yan jî FETOyê tuneye hê belav dibe û heta di asta serokên dewletan da jî tê teşwîqkirin û wiha peyivî: "Ji ber tiralî û xefleta ku Misilman di nav da ne neyarên Îslam û mirovahiyê evqas bêperwa ne. Misilman di nav xwe da herî zêde di aborî, siyaset, parastin û diplomasiyê da ketine dubendiyê. Li hember êrîşên dijî nirxên me divê em hemû cudahiyan daynin aliyekî û wezîfeya me hemûyan ew e ku li ser nirxê hevpar Îslamê bên bal hev."

Erdogan di axaftina xwe da got divê em heqê Qudsê ku roniya çavan, namûs û haremî îsmeta ometa Îslamê ye bi dil û can biparêzin.

Serok Erdogan diyar kir him têkoşîna bêeman ya dijî rêxistinên terorê didomînin û him jî li hember bêhediyên dijî nirxên pîroz xwe nadin alî û bertekê nîşan didin û wiha pê da çû: "Wekî dewleteke ku bi sedsalan bawerî û çandên curbecur lê jiyane em hewl didin ku rê li ber pevçûnên nijadî û mezhebî bigirin. Bi taybetî di warê azadiyên dînî da em hewl didin ku polîtîkayeke jixwebawer, hevseng û adilane ya ji hemû mirovahiyê ra bibe mînak bimeşînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE