Li Sêrtê heyama penîrê zozanan dest pê kir. Ji zozanan rojê zêdetirî 10 ton penîr tê bajêr.
Li Sêrtê, penîrê bizin û mihên zozanan hatin ser dezgehan.
Ji zozanan rojê zêdetirî 10 ton penîr tê şandin navenda bajêr.
Penîrê ku tê bajêr di nav çend seatan de digihêje ber destê esnafan.
Penîrên zozanan wê heya 3 mehan li navenda Sêrtê werin firotin û gelê herêmê wê ji bo zivistanê penîrê xwe bistîne.