Îsal sezona kaşûnê dirêj bû

Li navendên kaşûnê hêj jî gelek muşterî hene…

Îsal sezona kaşûnê dirêj bû

Îsal zêde berf barî û ji bo vê jî li navendên kaşûnê kar baş bû. Li navenda kaşûnê ya Cibiltepeyê ya li Sarikamişa Qersê jî xwediyên otêlê hazirî dikirin ku sezonê xilas bikin, lê li herêmê gelek berf barî, zêde muşterî hene û xwediyên otêlan jî ji rewşê memnûn in.

Îsal zivistan sar derbas bû û li giştiyê welêt gelek berf barî.

Ji bo vê jî, îsal li navendên kaşûnê kar baş bû.

Li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê ya li Sarıkamışa qersê jî îsal ji despêka zivistanê pê ve otêl tijî bûn.

Xwediyên otêlan her sal di van deman de sezon digirtin lê ji bo ku niha li herêmê hêj gelek berf heye, xwediyên otêlan qampanyayên dawiya sezonê li dar xistin.

Li navenda kaşûnê ji nav welêt û derveyî welêt gelek tûrîst hene û kêfa berfê derdixin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE