"Îsal tenê 117 kes tevlî rêxistina terorê bûne"

Wezîr Soylu ragihand di sala 2014an da 5 hezar û 558 kes tevlî rêxistina terorê bûne, lê îsal tenê 117 kes beşdar bûne.

"Îsal tenê 117 kes tevlî rêxistina terorê bûne"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand di sala 2014an da 5 hezar û 558 kes tevlî rêxistina terorê bûne, lê îsal tenê 117 kes beşdar bûne.

Soylu li Herêma Turîzmê ya Kunduyê ya Antalyayê li otêlekê di Semînera Perwerdeyê ya 18emîn ya Îdareyên Bajêr da axivî.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir îro Tirkiye di şerê dijî terorê da di dema xwe ya herî hêzdar û bikordîne da ye û got ku gavên stratejîk diavêje û teror li ber qedandinê ye û wiha dewam kir: "Heke Birêz Serokomarê me di serê sedsala 21emîn da wan gavên di qada pîşesaziya parastinê da neavêtibûna em hê jî di qada pîşesaziya parastinê da ji sedî 80yî mehkûmê derva bûna, wesayîta me ya hewayî ya bêmirov, helîkoptêra me ya ATAKê û cebilxaneya me tunebûya. Ji serê sedsala 21emîn vir va heke me di nav Artêşa Tirkiyeyê da cendirme neaniya asteke profesyonel îro me ne dikaribû Hereketa Mertalê Feratê, ne Hereketa Çiqlê Zeytûnê û ne jî Herekata Kaniya Aştiyê me dikaribû em bikin, ne jî li hemberî dinyayê ku ji me ra digotin 'li cihê xwe rûnên' û me jî nedikaribû ji wan ra bigota 'Ev der erdnîgariya me ye. Em rûnanên' Şansekî me yê wisa wê tunebûya."

Soylu destnîşan kir di sala 2014an da 5 hezar û 558 kes tevlî rêxistina terorê bûne, lê îsal tenê 117 kes beşdar bûne.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der barê operasyonên Qiranê da wiha axivî: "Operasyona Qiran 9 û 10î dest pê kir. Em ê ya Qiran-11yî jî bidin destpêkirin. Wisa li derva 3-4 mêtro berf heye, zivistan e, em nikarin, ji heq nayên der, di zivistanê da li baregehên xwe bisekinin, na tiştekî wisa tuneye. Ez vê yekê li vê derê bi eşkere dibêjim. Zivistan be jî berf jî, baran jî, bahoz jî hebe me hewl daye û sond xwariye ku vî miletê ji vê bêyomiyê rizgar bikin. Em li dijî terorê di nav operasyoneke bênavber da ne."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 18:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE