îsal zêde kêfa Eyda Remezanê tune

Wekî seranserê welêt hemû herêm jî îsal li malê cejna xwe pîroz dike…

îsal zêde kêfa Eyda Remezanê tune

Îro Eyda Remezanê ye. Ji ber tevdîrên li hemberî koronayê kêfa cejna îsal zêde tune. Welatiyên li Mêrdîn, Bilîs, Şirnex û Agiriyê wekî seranserê welêt ew jî li malê û bi malbatên xwe re cejnê pîroz dikin. Li Mêrdînê di vê cejnê de jî xizmên şehîd û xaziyan nehatin jibîrkirin. Li Xelatê jî li zarokan şekir hat belavkirin.

Îsal jî cejna Remezanê hat, lê ji ber vîrûsa koronayê li hemû bajaran derketina derve qedexe ye.

Ji ber vê jî kêfa eyda îsal hinek nîvco û xemgîn derbas dibe.

Walîtiya Mêrdînê her sal di eydan de ji bo xizmên şehîd û xaziyan bernameyekê li dar dixe.

Îsal jî ew nehatin jibîrkirin.

Walîtiyê ji zarokên wan re xelat şandin û kêfa wan anîn.

Li Qosera Mêrdînê ji ber tevdîrên li hemberî vîrûsa koronayê mizgeft vala man.

Tenê ji minareyan dengê selawatan hat.

Lê li navçeyê hemû sûk, kuçe û kolan vipîvala ne.

Li Silopiya Şirnexê jî ji ber tevdîran hemû kuçe, sûk û kolan bê deng in.

Tîmên ewlekariyê li navenda bajêr digerin û ji welatiyan dixwazin ku tu kes ji mala xwe dernekeve.

Li Xelata navçeya Bilîsê jî ji ber tevdîran tu kes dernakeve derve.

Lê qeymeqamiya Xelatê ji bo ku zarok nikarin derkevin derve û ji xwe re şekiran berhev bikin, xebatek da destpêkirin.

Di çarçoveya xebatê de peywirdar mal bi mal geriyan û şekir dan zarokan.

Di eyda îsal de navenda Agiriyê jî ji mirovan xalî ye.

Hemû kuçe û kolan vala man.

Welatiyên ku mecbûrî derdikevin derve jî, hêvî dikin şewba koronarê zûtir derbas bibe.

Timên ewlekariyê li navenda bajêr digerin û bi anonsan ji welatiyan dixwazin ku tu kes ji mala xwe derneveke.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE