Di çarçoveya tevdîrên şewbê de salonên dawetan heta 1ê tîrmehê girtî bûn. Salon vebûn û dawetên ewil hatin kirin. Gel li gorî mesafeya ji hev dûrbûnê û bi maske li salonan bûn.
Gelek kesên ku dîroka dawetên wan di mehên Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê de bûn, ji ber şewba koronayê dawet taloq kirin.
Bi giştînameya nû salonên dawetan, piştî 4 mehan, di 1ê tîrmehê de vebûn.
Dawet bi kontrolan hatin kirin.
Li ber salonê bi cîhazan kela bedena mêvanan hat pîvandin û dezenfektan dan mêvanan.
Kes bê maske neket salonan, bûk û zave jî bi maske bûn.
Melzemeyên xwarin û vexwarinê jî bi tenê carekî tên bikaranîn, dû re tên avêtin.
Govend bi qelebaliqê nehat gerandin.
Yan bi tenê bûk û zave yan jî komeke biçûk, li gorî mesafeya ji hev dûrbûnê govend gerandin.
Kesên diyarî anîbûn, diyariyên xe danîn sindoqên amadekirî.