Salvegera duyemîn a Herekata Çiqlê Zeytûnê ye

Du sal li ser Herekata Çiqlê Zeytûnê ya ku ji bo hebûna YPG/PKKya rêxistina terorê dawî bike û ewlehiya sînor biparêze hatibû kirin ra derbas bû

Salvegera duyemîn a Herekata Çiqlê Zeytûnê ye

Artêşa Türkiyeyê (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) li Efrîna bajarê Sûriyeyê ji bo ku hebûna YPG/PKKya rêxistina terorê dawî bikin û ewlehiya sînor biparêzin Herekata Çiqlê Zeytûnê dabûn destpêkiribûn û bi serkeftî temam kiribûn ku îsal salvegera duyemîn a vê operasyonê ye.

Serokkomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di 20ê Çileya Paşîn a 2018an da daxuyand ku operasyonê dest pê kir.

Piştî vê 72 balafirên şer ji bo bîranîna 72 eskerên di Herekata Mertalê Feratê da şehîd bûbûn rabûn û di saet 17.00an da bombe barandin hedefên terorê.

Herekata ku li Efrînê dest pê kir zivistanê di nav şert û mercên zehmet da dewam kir. Operasyon li hemberî di navbera 8 û 10 hezar terorîstan hat meşandin, lê ji bo ku sivîl zirarê nebînin jî esker pir bi baldarî tevgeriyan.

Di dema operasyonê da YPG/PKKya rêxistina terorê bi moşekan va êrîşî dibistan, mizgeft, nexweşxane, xwaringeh û avahiyên li Hatay û Kilîsê kir. Di êrîşan da 7 sivîl hatin kuştin û 124 sivîl hî birîndar bûn.

- Asta herî girîng a Herekatê

Asta herî girîng a Herekatê ew bû ku di 28ê Çileya Paşîn da li bajaroka Şeranê kontrola Çiyayê Burseyayê hat bidestxistin.
 

Di operasyonê da Artêşa Türkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê navenda bajaroka Bilbilê di 1ê sibata 2018an da, navenda bajaroka Racûyê di 3yê adara 2018an da, navenda bajaroka Hedîdê di 4ê adarê da, bajaroka Şeranê di 6ê adara 2018an da û navenda bajaroka Cindirêsê jî di 8ê adara 2018an da ji terorîstên YPG/PKKyî paqij kirin.

Serokkomar Erdogan di merasimên salvegera 103yemîn a Bibîranîna Şehîdên 18ê Adarê û Serkeftina Çanakkaleyê da axivî û wiha got: "Ez dixwazim mizginiyekê bidim we. Mensûbên Artêşa Sûriyeyê ya Azad bi piştgiriya Artêşa Türkiyeyê navenda Efrînê vê sibehê saet 08.30î pê va bi temamî hilda bin kontrola xwe." 

Bi kontrolkirina navenda navçeyê ra Artêşa Türkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) navenda bajaroka Mabatliyê jî heman rojê ji terorîstan xelas kir.

Piştî ku navenda navçeya Efrînê ji terorê hat paqijkirin, operasyon kuta bû û 6 bajarok, 282 gund, 6 mezre, 23 çiya û girên stratejîk, bendavek, 50 deverên stratejîk ketin bin kontrola Artêşa Tirkiye û ANSyê.

Saziyên alîkariyê yên Tirkiyeyê koliyên alîkariyê şandin deverên rizgarkirî. Sivîl ji 20ê adara 2018an pê va bi saya pêbaweriya Artêşa Tirkiyeyê û ANSyê vegeriyan malên xwe.

- Şopên terorê hatin paqijkirin

Li Efrînê, bihêzkirina ewlehiyê, asayîkirina jiyanê û herwiha asankirina vegera sivîlan bo ser cih û warên xwe, bûn pêşaniya TSK û ANSyê.

Di fealiyetên lêgerîn û kontrolê da baregeh, xendek, mayin û teqemeniyên çalkirî yên YPG/PKKyê hatin tesbîtkirin û jinavbirin. Piştî ku navenda Efrînê hat kontrolkirin, li navçeyê 7 meclisên herêmî hatin damezirandin û xizmeta ji bo gel dest pê kir.

Ji bo ku li herêmê jiyan asayî bibe, bi rêya meclisên herêmî ku Tirkiye piştgiriyê dike, di warên çandinî, pîşesazî, bazirganî, çand, werziş, tenduristî û perwerdeyê da ji bo gelê herêmê alîkarî tê pêşkêşkirin.

Tirkiye piştgiriyeke cidî di warê perwerde û tenduristiyê da dide herêmê. Piştî serxistina operasyonê, li Efrînê nexweşxanyeke ku 100 nivînên wê hene û di 13 branşandan da xizmetê dide, bi piştgiriya Tirkiyeyê jinûva ket fealiyetê. Di dibistanan da perwerdeya ku ji hêla rêxistina terorê PKK/YPGyê dihat ferzkirin, hat dawîkirin û perwerdeya li gorî mifredata hikûmeta berwext a mixalifan dest pê kir.

Li Efrîna ku lê navenda çandê û kompleksa werzişê vebû, bi tevahî 53 hezar xwendekar perwerdeyê distînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE