Salvegera erdheja Elazığê

Malbatan behsa roja zelzelê kirin.

Salvegera erdheja Elazığê

Îro salvegera erdheja Elazığê ye. Di zelzelê de 41 kesan canê xwe jı dest dabû. Gelek xanî jî hilweşiyabûn. Piştî salekê malbatan behsa wê roja kambax kir. Her çiqas salek derbas bibe jî êşa wan hêj teze ne…

Salek berê, rojeke wekî îro bajarê Elazığê bi hêza 6 behnok 8an hejiya.

Li hin deveran xanî hilweşiyan. Ji bo xilaskirina kesên bin kavilan, bi şev û roj xebat hatin kirin.

Lê hin kes bi saxî hin kes jî mixabin mirî hatin derxistin.

Murat Yildiz jî di avahiya Dîlekê de xanima xwe û kurê xwe yê 2 salî ji dest da.

Yildiz dibêje xwedê careke din wan rojan neyîne.

Yildiz got, ‘’Xanima min û 2 kurê min di kavilan de bûn. Me her sê derxistin. Lê kurê min ê biçûk û xanima min li nexweşxaneyê wefat kir. Xwedê wan rojan dîsa nîşanî me nede. Her çiqas salek derbas bibe jî, deqeyek ji bîra min naçin. Êşa wan pir giran e. Li her derê ew tên bîra min.

Di zelzelê de li Elazığê 37, li Malatyayê 4 bi tevahî 41 kesan jiyana xwe ji dest da.

Merîç Dîşlî jî yek ji wan mexdûrên erdhejê ye.

Dîşlî jî 12 seat di bin kavilan de me û bi saxî hat xilaskirin.

Lê mixabin wî jî xanim û kurê xwe di erdhejê de ji dest da.

Dîşlî got, ‘’Dema ku erdhej pêk hat me hewl da ku em derkevin der. Lê avahî li ser me hilweşiya. Kurê min li wir canê xwe da. Piştî 10 deqıqeyan xanıma mın mır. ez 12 seatan bı wan re lı wır mam. serê xanıma mın lı ser sînga mın bû. mın nıkarıbû hereket bıkım.’’

Her çiqas ji ser zelzelê salek derbas bibe jî êşa wan hêj teze ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE