Ji bo mexdûrên erdhejê xanî hatin çêkirin û hatin teslîmkirin
Di 24ê çileya 2020î de li Elazığê erdhejek qewimî. Di erhejê de 41 kesan canê xwe ji dest da. Gelek xanî jî hilweşiyan. Ji bo mexdûran avahiyên nû hatin çêkirin û ew niha li malên xwe yên nû dimînin.
Bajarê Elazığê di 24 Çileya 2020î de bi hêza 6 behnok 8an hejiya.
Di wê erdhejê de li Elazığê 37, li Meletiyê 4 bi tevahî 41 kesan jiyana xwe ji dest da.
Di erdhejê gelek xanî jî hilweşiyan.
Piştî erdhejê demildest xebatan dest pê kir.
Ji bo mexdurên erdhejê xaniyên nû hatin çêkirin.
Gelek kes niha li malên xwe yên nû dimînin û dibêjin: “Xaniyên me di demeke kurt de hatin çêkirin. Niha em li malên xwe yên nû ne. Xaniyên me pir baş in. 20 roj berê erdhejeke din çêbû me qet hîs nekir. Xwedî ji serokkomarê me razî be. Xwedê kêmaniya wan nede.”
Li bajêr heya niha 3 hezar avahî hatin teslîmkirin.
Her wiha ji bo salvegerê hin kes jî çûn ser goristanan.
Ji miriyên xwe re dia kirin û Qurana pîroz xwendin.