Salvegera erdheja Elezîzê

Beriya 2 salan li Sivriceyê bi mezihaniya 6,8an erhejeke mezin çêbû.

Salvegera erdheja Elezîzê

Li Elezîzê di 24ê çileya sala 2020an de bi mezinhaniya 6 bêhnok 8an erdhejek çêbû. Erdhejê zirareke mezin da Elezîz û Meletiyê. Di 2 salan de ji bo mexdûrên erdhejê him alîkariya neqdî hat dayîn, him jî zêdetirî 24 hezar avahî hatin çêkirin. Hin proje jî dewam dikin.

Sal 2020, cih Sivriceya navçeya Elezîzê. Li herêmê bi mezinahiya 6 bêhnok 8an erdhejeke mezin çêbû. Zirareke mezin gihîşt mirov û avahiyên li herêmê.

Dewlet, di du salan de ji bo mexdûrên li Elezîz û Meletiyê bû seferber.

Di du salan de him zêdetirî 823 milyon lîre alîkariya neqdî hat dayîn, him jî ji bo mexdûran zêdetirî 24 hezar avahî hatin çêkirin.

Ji wan 14 hezar û 556 avahî û kargeh hatin teslîmkirin.

Avahiyên din jî wê îsal bên temamkirin.

Mexdûran hê jî kêliya erdhejê ji bîr nekiriye û wekî îro tê bîra wan.

Di erdheja li Elezîz û Meltiyê de 41 kes miribûn, 1466 kes jî birîndar bûbûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE