Salvegera êrîşa mavî marmarayê

Bi hezaran kes li hewşa mizgefta Fatihê bi hev re fitirîn...

Salvegera êrîşa mavî marmarayê

Di salvegera êrîşa keştiya mavi marmarayê de, li ser banga weqfa alîkariya mirovî îhh’ê, bi hezaran kes li hewşa mizgefta fatihê civiyan. wan bi hev re fitar kir, dûv re jî bona azadiya qudsê, heya goristana şehîdan a edîrnekapiyê meşiyan.

Ji bo ku bêjin me doza Qudsê jibîr nekiriye di salvegera êrîşa keştiya Mavî Marmarayê de, bi hezaran kes li hewşa mizgefta Fatihê hatin ba hev. Banga civînê Weqfa Alikariya Mirovî ÎHHê kir.

Yên ku hatin, bi niyeta fitara ummetê li erdê, bi hev re fitirîn...

Serokê İHH’ê: Bülent Yildirim: Filistîn li hêviya Selehedînn Eyyubî ye. Niha welatê wan hatiye perçekirin. Dorpêç ranebûye. Mirovên wan tên qetilkirin. Dek û dubarên li Rojhilata Navîn hevgirtina Kurd, Tirk û Ereban xira dike. Ji loma jî heke biwazin fên û fûtên wan neçin serî, ummet rabe ser piya; lazim e Kurd, Tirk, Ereb û hemû Misilman di meseleya filistînê de bibin yek.

Dûv re ji bo azadbûna Qudsê ji mizgefta Fatihê heya Goristana Şehîdan a Edîrnekapiyê meşiyan.

Piştî axaftinan, kesên civiyayî ji bo şehidan dia kirin..

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 10:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE