Salvegera şehîdbûna Sekin

Polîsê qehreman nayê jibîrkirin

Salvegera şehîdbûna Sekin

Li İzmirê hevalên wî, dîmenên wî yên nû belav kirin

Îro salvegera şehîd bûna polîsê qehreman Fethî Sekin e. Fethi Sekin 4 sal beriya niha li ber deriyê dadxaneya İzmirê rê neda terorê û ji bo gel û welêt xwe feda kir.

Selçuk Bayraktar li ser hisaba xwe ya Twitterê bi beşek helbesta Mehmet Akif Ersoy a ji bo şehîdên Çanakkaleyê nivîsandiye û peyamek kurdî şehîdbûna Sekin bibîranî û got: "Xwede wî bi rehmeta xwe şad bike."

Polîsê qehreman di salvegara şehîdbûna wî de, li çar aliyê welêt bi rêz û hurmet tê bîranîn.

Lewra Fethî sekin ji bo gel û welêt xwe da ber terorîstan, rê neda wan û canê xwe feda kir.

Terorîstên xwînxwar bi bombe û çekan hatibûn ber deriyê dadxaneya İzmirê. Dê êriş li dadxaneyê bikirana lê polîsê qehreman fethî sekin li wan hesiya û bi wan re ket pevçûnê.

Fethî sekin di pevçûnê de şehîd ketibû lê nehilabû ku terorîst bigihijin miraza xwe.

Hevalên Fethi Sekin dîmenên wî yên nû belav kirin. Di dîmenan de hevalên wî henekan bi dikin, ew jî dikene. Ev dîmenan dilê hemû Türkiyeyê sot.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE