Salvegera wefata Fatihê Qudsê Selahedîn Eyûbî

Selahedîn Eyûbî di sala 1138an da li Tikrîta girêdayî parêzgeha Selahedînê ya Iraqê hat dinyayê. Selahedîn Eyûbî di 1187an da Qudis fetih kir û dawî li dagiriya Xaçparêzan a 88 salan anî

Salvegera wefata Fatihê Qudsê Selahedîn Eyûbî

Selahedîn Eyûbî (Selahedîn Yûsif bin Eyûb), bajarê Qudsê ku ligel Misilmantiyê, ji bo Xirîstiyan û Mûsewiyan jî xwedî girîngiyeke taybet e, di bin dagiriya Xaçparêzan derxist û bû yek ji lîderên herî sereke yên dîroka Îslamê.

Bajarê Qudsê cara ewil di serdema xelîfetiya Hezretî Omer da hat fetihkirin û demeke pir dirêj di destê Misilmanan da ma. Dû ra bajarê Qudsê di dawiya Sefera Yekemîn a Xaçparêz da di 1099an da cardin bi destê Xirîstiyanan hat dagirkirin.

Bajarê di bin dagiriya Xaçparêzan da gava li benda fatihê xwe yê ku dê dawiyê li dagiriyê bîne bû, fermandarê ku dê Qudsê ji qeyd û bendan rizgar bike, di 1138an da li bajarê Tikrîtê yê Iraqê hat dinyayê. Selahedîn Eyûbî paşê ligel malbata xwe li Şamê bi cih bû û jiyana xwe li vê derê bihurand.

Hê gava xort bû, ket xizmeta apê xwe Esedudîn Şêrko ku ji fermandarên Atabegê Helebê yê Selçûqiyên Mezin Nûredîn Mehmûd Zengî bû.

Selahedîn Eyûbî ku ligel apê xwe 3 caran sefer bir ser Misrê, hem dijî Fatimiyan û hem jî dijî Xaçparêzan şer kir.

Gava apê wî Şêrko bû Wezîrê Misrê û kurtedemek şûnda mir, Selahedîn Eyûbî di 1169an da derbasî şûna apê xwe bû. Selahedîn Eyûbî paşê dawî li dewleta Fatimî ku li Misrê desthelat bû anî û herwiha di 1171an da dewleta Eyûbî damezirand.

- "Gava Qudis dagirkirî be ez çawa dikarim bikenim"

Li ser jiyana wî ya berî ku Qudsê fetih bike, gelek menqibe tên gotin. Selahedîn Eyûbî ew yek kiribû hişê xwe ku bajarê pîroz rojekê ji dagiriya Xaçparêzan rizgar bike.

Selahedîn Eyûbî ku bi gotina xwe "Gava Qudis dagirkirî be ez çawa dikarim bikenim..." va qet ji bîr naçe, piştî ku dewleta Eyûbî damezirand, ji bo ku dawiyê li dagiriya li bajarê pîroz bîne ket liv û tevgerê.

Artêşa Qraltiya Qudsê ku di dawiya Sefera Yekemîn a Xaçparêz da hat damezirandin û herwiha artêşa Îslamê ku serfermandarê wê Selahedîn Eyûbî bû, 4ê Tîrmeha 1187an li nêzîkî Gola Taberiyeyê ku îro dikeve bakurê Îsraîlê, hatin hemberî hev.

Bi xêra zîrektiya eskerî ya Selahedîn Eyûbî, artêşa Îslamê di cenga ku wekî "Şerê Hitînê" di dîrokê da cihê xwe girt da bi ser ket.

Şerê Hitînê ku di encamê da hêza eskerî ya Qraltiya Qudsê bi piranî şikestin xwar, rê li fetikirina Qudsê vekir.

Selahedîn Eyûbî qedera 2,5 meh piştî serfiraziya Hitînê di 20ê Îlona 1187an da Qudsa dagirkirî dorpêç kir. Ji bo ku di maweya dorpêçê da zirar negihîje Qudsê, fermandarê navdar pir hesas tevgeriya.

Fermandarê dagirker ê Qudsê Balianê ji Ibelinê ku hêza wî pê da neçû dorpêçê bişikîne, di 2yê Cotmeha 1187an da bajar radestî Eyûbiyan kir û bi vî awayî dagiriya Xaçparêzan a 88 salan bi dawî bû.

Selahedîn Eyûbî, Mescida Eqsayê ku ji aliyê Xaçparêzan hat xirabkirin, bi xwe bi destê xwe paqij kir û herwiha Herema Şerîf ji sembolên Xirîstiyanan safî kir.

Piştî fethê, xaça li ser Qubetu's Sehrayê jî anîn xwarê û bi vî awayî dengê bangê ku 88 sal bi ser bajêr da hatibû birîn, cardin bilind bû.

- Wefata Fatihê Qudsê

Selahedîn Eyûbî ku pişta Xaçparêzan li Rojhilata Navîn şikênand û hêza alema Îslamê nîşanî Ewropayê da, di 4ê Adara 1993yan da li Şamê wefat kir. Tirbeya wî li Şamê li kêleka Mizgefta Emewî ye.

- "Rê li fetihkirina herêmên din ên Îslamê vekir"

Endamê Hîndekariyê yê Beşa Dîroka Îslamê ya Zanîngeha Selahedînê ya li parêzgeha Hewlêrê ya Iraqê, Doç. Dr. Kamil Qadir ji bo peyamnêrê AAyê ciyê Selahedîn Eyûbî yê di dîroka Îslamê da nirxand.

Qadir da bibîrxistin ku Selahedîn Eyûbî li dijî Xaçparêzan serkeftinên mezin û girîng bi dest xistin û wiha dewam kir, "Selahedîn Eyûbî bi dewleta ku ava kir va rê li ber êrîşên Xaçparêzan ên dijî Quds û deverên din ên alema Îslamê birî. Xaçparêzan dixwestin bajarên Misrê yên wekî Qahire û Îskenderiyeyê jî dagir bikin, lêbelê Selahedîn Eyûbî rê neda van û bi awayekî zexm ew der parastin."

Herwiha Qadir bal kişand ku ciyekî pir taybet ê Qudsê li cem Selahedîn Eyûbî hebû û wiha dewam kir, "Selahedîn Eyûbî ji bo ku Qudsê fetih bike artêşeke bihêz damezirand. Bi fetha Qudsê va moralê Xaçparêzan têk çû û bi vî awayî rê li ber wê yekî jî vebû ku Selahedîn Eyûbî herêmên din ên li qeraxê Behra Spî ên dagirkirî û herêmên mayîn ên Îslamê fetih bike.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE