Şampiyonê cîhanê yê matematîkê

Yusuf Eymen Veliceoğlu 8 salî ye û li Dibistana Şehîd Selahattin a Hakkariyê de li polan duyem xwendekar e.

Şampiyonê cîhanê yê matematîkê

Yusuf Eymen Veliceoğlu 8 salî ye û ji colemêrgê ye. Eymen tevlî pêşbaziya matematîkê ya Kanadayê bû. wî hemû pirs rast çêkirin û di nav 2 hezar û 557 kesan de bû yekemîn û şampiyonê cîhanê.

Yusuf Eymen Veliceoğlu 8 salî ye û li Dibistana Şehîd Selahattin a Hakkariyê de li pola duyem xwendekar e.

Mamosteyê Eymen ferq kir ku qabiliyeta wî ya li ser matematîkê gelekî zêde ye.

“Min dît ku Eymen di dersa matematîkê de gelekî jêhatî ye. Me bi hev re dama, satranç û lîstikên aqilê lîst. Malbat jî eleqedar bû û Eymen gelek bi pêş ket.”

Li Kanadayê pêşbaziyeke matematîkê ya dinyayê dihat organîzekirin. Mamoste Recep jî xwendekarê xwe qeyd kir. Eymen jî tevlî musabaqayê bû. Wî hemû pirs rast çêkirin û bû yekemîn.

Ji welatên cuda bi tevahî 2 hezar û 557 kes beşdarî vê pêşbaziyê bûbûn. Eymen di nav van kesan de bi ser ket û di warê matematîkê de bû şampiyonê cîhanê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE