Murat Firat piştî ku li Macaristanê di Şampiyonaya Gulaşê ya Ewropayê ya 2022yê da madalyona zêr qezenc kir, hat Şanliurfayê.
Murat Firat di stîla grekoromen 67 kîloyî da bû Şampiyonê Ewropayê. Firat li Balafirgeha GAPê bi çîçek û konfetiyan ser milan hat pêşwazîkirin.
Malbata werzişvan, eqrebayên wî, rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin û welatiyan jî Firat pêşwazî kir.
Murat Firat ji rojnamegeran ra axivî û ji bo pêşwaziyê spas kir.