Şandeya Emerîkayê hat Ankarayê

Şandeyên Tirkiye û Emerîkayê li ser “Korîdora Aştiyê” diaxivin

Şandeya Emerîkayê hat Ankarayê

Tê plankirin li Bakurê Sûriyê Herêma Ewle bê avakirin. Hevdîtinên Tirkiye û Emerîkayê yên di vê çarçoveyê de dewam dikin. şandeya emerîkayê di hefteyekê de caran hat enqerê.

Şande di roja 2yem de jî li Wezareta Parastinê hatin ba hev.

Civîn di seat 10 û nîvan de dest pê kir.

Şandeyên eskerî ji bo korîdora aştiyê ya ku tê plankirin li Bakurê Sûriyê bê avakirin, civiyan.

Niha li ser hûrgiliyan dipeyvin.

Şandeya Emerîkayê 2 hefte berê, bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Emerîkayê James Jeffrey hatibû Enqerê.

Lê her du aliyan li hev nekiribûn.

Şandeya Emerîkayê piştî hefteyekê bi pêşniyazên nû dîsa hat Enqerê.

Tê payîn, hevdîtin hefteyekê dewam bikin.

Heke Emerîka û Tirkiye li ser korîdora aştiyê li hev nekin, Enqerê wê li gorî planên xwe yên din tevbigere.

Dîroka nûkirinê: 06 Tebax 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE