Şanliurfa dixwaze îsal jî bibe bajarê berbiçav

Par milyonek û 100 hezarê wan mêvanê şevê bi tevahî 5 milyon turîstên xwecî û biyanî hatin ziyareta bajêr.

Şanliurfa dixwaze îsal jî bibe bajarê berbiçav

Şanliurfaya ji navendên turîzma çand, bawerî û dîrokî ya wekî "Bajarê Pêxemberan" tê zanîn piştî ku sala 2019an wekî "Sala Girê Miraza" hat îlankirin ji gelek turîstan ra mazûvanî kir, nika dixebitin ku di sala 2020î da jî wekî sala 2019an da turîst werin bajêr.

Par milyonek û 100 hezarê wan mêvanê şevê bi tevahî 5 milyon turîstên xwecî û biyanî hatin ziyareta bajêr.

Gola Masiyan a tê bawerkirin ku Hezretî Îbrahîm lê hatiye dinyayê û li wê derê avêtine nav agir, Girê Miraza ya wekî destpêka dîrokê tê nirxandin û di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire, xaniyên bi qube yên Heranê, Xelfetiya bi xweşikahiyên tebîetê tê zanîn ji bo tursîtên tên bajêr rawestgehên girîng in.

Ziyaretvanên bajêr ziyaret dikin xêncî gerê beşdarî şevên Şanliurfayê yên tê da muzîkên herêmî dibêjin jî dibin, lehmecun, cîger û çîkê dixwin.

Abdullah Erînê Waliyê Şanliurfayê daxuyanî da û diyar kir ku ziyaretvanên Şanliurfaya bajarê qedîm her ku diçe zêde dibin.

Walî Erîn destnîşan kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sala 2019an wekî "Sala Girê Miraza" îlan kir li ser vê hejmara ziyaretvanan gelekî zêde bû û wiha pê da çû: 

Hetanî berfanbara 2019an hejmara ziyaretvanên hatin Girê Miraza 7-8 qat zêde bû gihişte 450 hezar kesî. Ya rastî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sala 2019an wekî "Sala Girê Miraza" îlan kir tesîra wê jî zêde bû. Şanliurfa bi çand, dîrok û nirxên xwe va li herêmê ji barajên sereke ye. Di sala 2018an da milyonek ziyaretvan şeva xwe li bajêr derbas kirin. Di sala 2019an da ji milyonek û 100 hezarî zêdetir ziyaretvan bi şev li bajêr man."

Walî Erîn diyar kir ku otêleke 200 nivîn lê ne ya Yekîtiya Xizmetên Wîlayetan bixebitîne ew ê di nîsanê da ji xizmetê ra vekin.

 "Li bendê ne ku di sala 2020î da hejmara ziyaretvanan ji sedî 20-25 zêde bibe"

Rahîme Yaşara Nûnera Bajêr a Yekîtiya Acenteyên Seyahetê ya Tirkiyeyê û Alîkara Serokê Komeleya Pêşxistina Turîzma Şanliurfayê destnîşan kir ku piştî sala 2019an wekî "Sala Girê Miraza" hat îlankirin hejmara turîstan zêde bû.

Yaşarê got bawer dikin ku hejmara ziyaretvanan ew ê zêde be û wiha pê da çû: 

"Eleqeyê nîşanî bajêr didin em jî ji ber vê kêfxweş dibin. Daxwazên ji bo rezervasyonê û bernameyên turê zêde ne ev jî nîşan dide ku di turîzm çand, bawerî û dîrokî da Şanliurfayê di rêza ewil da be dîsa. Em li bendê ne ku di sala 2020î da hejmara ziyaretvanan ji sedî 20-25 zêde bibe, lewra daxwaz vê nîşan didin."

Ertugrul Erê midûrê otelekê jî got ku daneyên turîzma bajêr diguherin û eleqeyeke mezin nîşanî herêmê didin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE