Şanliurfa ji bo unesco’yê dixebite

Bi diruşma “mitbaxa herî kevn a cîhanê” haziriya UNESCO’yê dike

Şanliurfa ji bo unesco’yê dixebite

Piştî Hatay û Entabê, bajarê qedîm Riha jî bi xwarinên xwe dixwaze bikeve UNESCO’yê. Riha ji bo ku bikeve nav bajarên afirîner ên UNESCO’yê bi babeta “mitbaxa herî kevn a cîhanê” dest bi haziriyan kir.

Xirabreşk li bajarê Rihayê ye û wek destpêka dîrokê tê qebûlkirin…

Ji xeynî tiştên dîrokî di warê xwarinê de jî bajarekî bi nav û deng e.

Him li welêt him jî li derwelêt gelek acenta turîstan tînin vî bajarî û xwarinên wan dicerîbînin.

Ji kebabê bigrin heya ecîna bihêk, mehîr û şîrînayiya şilikiyê.

Li Rihayê nêzî 400 xwarinên cûda hene û wek welatê xwarinê tê nasîn.

Niha bajarê qedîm ji bo ku bikeve Nav Bajarên Afirîner ên UNESCO’yê haziriyê dike.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Şanliurfayê Nihat Çiftçi: Hin standart tên xwestin. Em van standartan pêk tînin û derbasî tesîsên civakî bûn. Niha Hatay û Entap di warî xwarinê de ketine UNESCO’yê. Wê Riha jî bivekê.

Slogana Rihayê jî “Mitfaxa herî kevn a Cîhanê” ye.

Li bajêr, krîterên ku UNESCO’yê xwestibûn ji sedî 80yî wan hatin temamkirin.

Tûrên gastronomiyê li bajêr turîzmê geş dikin.

Tê çaverekirin piştî ku Riha bikeve UNESCO’yê xebatên turîzmê jî zêdetir bibin.

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2018, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE