Li Şirnexê polîsan ji bo parastina jîngehê bi xwendekaran re çalakiyek li dar xist. di çalakiyê de şanoyeke bi navê “gerstêrka tenha” jî hat lîstin.
Li Qilebana Şirnexê çalakiyên ji bo parastina xwezayê tên lidarxistin.
Vê carê polîs û xwendekarên bajêr bûn yek.
Armanc ew bû ku zarok li ser parastina jîngeh û heywanan bên agahdarkirin.
Ji bo vê jî pêşaneya resman hat vekirin.
Resmên ku zarokan bi xwe xêz kirine, di pêşaneyê de hatin pêşandan. Piştî vê, lîstika şanoyê hat lîstin.
Navê lîstikê “Gerstêrka Tenha” bû. Bi lîstikê behsa girîngiya jîngehê hat kirin.
Zarokan ji lîstikê gelek hez kir.