Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê yê berê Adnan Selçuk Mizrakliyê HDPyî yê di çarçoveya lêpirsîna terorê da hatibû girtin, ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya biçek" 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hepsê hilda.
Doza Mizrakli li Mehkemeya Cezaya Giran a 9emîn a Diyarbekirê çêbû.
Mizrakliyê di Girtîgeha Qeyseriyê da ye nexwest ku ew bi rêya SEGBÎSê beşdarî rûniştina dozê be.
Dozgerê Komarê xwest ku ceza û girtîbûna Mizrakli dewam bike.
Parezerên wî xwestin ku Mizrakli bê berdan.
Heyeta mehkemeyê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya biçek" 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hepsê da Mizrakli.
AA