Şaredarê Çukurcayê Dündar dest bi xebatan kir

Şaredarê nû yê Çukurcayê ji bo tespîtkirina kêmasiyan tax bi tax digere

Şaredarê Çukurcayê Dündar dest bi xebatan kir

Di hilbijartina herêmî de li Çelêya Colemêrgê namzedê Ak Partiyê Ensar Dündar qezenc kir û bû şaredar. Dûndar xebatên qayyûm kontrol kirin û ji bo karên nîvco jî dest bi şixûl kir.

Li Çelêya Colemêrgê Namzedê Ak Partiyê Ensar Dündar ji sedî 55 bêhnok 75 deng girt û bû şaredarê nû.

Dûndar dest bi xebatan kir. Şaredar niha tax bi tax digere û kêmasiyên li navçeyê tespît dike.

Her wiha Ensar Dûndar dema digere bi zarokan re dilîze, bi ciwanan re rûdine û sohbetê dike.

Şaredarê nû yê Çelêyê ji bo navçeyê gelek proje amade kirin.

Dûndar dixwaze bazirganiya navçeyê jî bi pêş bikeve.

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE