Şaredarê nû yê Tunceliyê behsa projeyên xwe kir

Fatîh Mehmet Maçoğlu ji TRT Kurdiyê re behsa projeyên xwe kir...

Şaredarê nû yê Tunceliyê behsa projeyên xwe kir

Şaredarê Nû yê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu mazbataya xwe girt û dest bi wezîfeyê kir. Maçoglu diyar kir ku ew ê ji bo gelê dêrsimê ji çandiniyê bigirin heta ziman, çand û hûnerê gelek xizmetan bikin.

Di hilbijartinên herêmî de li Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu qezenc kir.

Maçoglu mazbetaya xwe girt û dest bi wezîfeyê kir.

Maçoglu her tim di nav gel de ye û xelkê Dersimê jê pir hez dike.

Mehmet Maçoglu diyar kir ku ew ê wekî Pulurê li bajêr jî çandiniya organîk bikin.

Şaredar Maçoglu:Em ê sebze û fêkiyên organîk bigihînin. Bi van tiştan welatî li vê derê dê pere qezenc bikin. Bi saya van tiştan dê dernekevin derve û dê karibin debara xwe li vê derê bikin.

Şaredarê nû behsa tûrîzma bajêr jî kir û got: Piştî yekê nîsanê her roj nêzî 400-500 kes ji derve tên vê derê. Em dixwazin bi saziyên têkildar ên vê derê re plana turîzmê çêkin. Heke em planeke baş çêkin di nav salek an jî du salan de wê gelek turîst bên bajêr û aboriya bajêr dê pêş bikeve. Lê em ê kesên ku tên vê derê hişyar bikin ku bila zirarê nedin xwezayê.

Maçoglu da zanîn ku ew ê li ser zimanê zikmakî jî xebatan bikin û wiha dewam kir: bi hezaran salan li van deran gelek şaristanî hatin avakirin. Vê jî ji me re çandeke girîng hişt. Divê em xwedî li çanda kal û pîrên xwe derkevin. Em ê li ser van jî xebatan bikin. Meseleya zimanê zikmakî ji bo me pir girîng e lewra êdî zimanê me tê jibîrkirin. Heke em li ser vê tu xebat nekin, qiymeta xebatên din namîne.

Dîroka nûkirinê: 13 Nîsan 2019, 16:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE