Şaredarî wê 387 karmendan bigre

Heta niha bi hezaran kesî serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakirê da

Şaredarî wê 387 karmendan bigre

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 387 karmendan bikadro distîne. Ji bo serlêdanê benda pûanê kpps'ê yê, 60î heye. Heta niha nêzî 25 hezar kesî serî li kar dane û doh saet di 5ên êvarî de serlêdan bi dawî bû.

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê li gorî pûanê KPSS'ê û hin şertên karmendîyê 387 personelên bi kadro dê bigre.

Di nav personelên ku wê bên girtin de, ji personelên îtfaîyeyê, endezyar û mîmaran bigirin heta bi mamoste û karmendan, di gelek beşan de wê personelên bi kadro werin girtin.

Piştî serlêdanan wê kesên ku serî lê dane li gorî pûanê Kpss'ê werin rêzkirin û paşê jî dê ji bo wan azmûn û mulakat werin kirin.

Sekreterê Giştî Yê Şaredariya Bajarê Mezin Muhsin Eryilmaz : "Weke ku hatîye destnîşankirin di tesbîtkirina kesên ku dê ji bo mulakatê bangî wan bê kirin; bi tenê dê li gorî pûanê wan ê Kpss'ê be û ji bilî vê yekê ti krîter û tesîrdarî tune ye. Herweha dê namzed hev du bi pûanê Kpss'ê dîskalîfîye bikin."

Heta niha nêzî 25 hezar kesî ji bo di van kadroyan de werin bicîkirin hem bi rêya posteyê û hem jî bi şexsî serî li şaredarîyê dane.

Dîroka nûkirinê: 07 Adar 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE