Şaredariyê ava vexwarinê kişand Girava Axdamarê

Di bin golê de borî danîn û av kişandin...

Şaredariyê ava vexwarinê kişand Girava Axdamarê

Li Gewaşa Wanê di binê golê de borî danîn û av kişandin girava axdamarê. îdareya kanalîzasyon û avê ya wanê (vaskî) av bi boriya kişand girava axtamarê..

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji bo hewcedariya avdana dar û bexçeyan, ji bo heywan û vexwarinê depoyeke avê çêkir.

Pişt re bi boriyan av kişandin qeraxa golê û ji wir jî bi bariyerên beton borî kişandin bin golê.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Wanê Mehmet Salih Allahverdi derbarê projeyê de axivî û got di çarçoveya projeyê de di bin golê de 4 kîlometre boriyên avê kişandine giravê.

Bi saya vê xizmetê niha li Girava Axdamarê ji 5 ciyên cuda kanî hene.

Dîroka nûkirinê: 09 Mijdar 2018, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE