Şaredariyê li ber mala şehîd konê şînê danî

Wezareta Parastina Neteweyî: Leşkerek şehîd ket, 3 leşker birîndar bûn

Şaredariyê li ber mala şehîd konê şînê danî

Di operasyona kaniya aştiyê de leşkerek şehîd ket, 3 leşker birîndar bûn. Rayedaran ev xebera dilsoj li Enqerê da malbata çawîşê binefser ê Şehîd Ahmet Topçu.

Wezareta parastina Neteweyî daxuyanî da.

Li herêma operasyonê bi terorîstên YPG/PKK’yî re pevçûn qewimî. Leşkerek şehîd ket, 3 leşker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: Em ji ber vê bûyerê pir xemgîn in. Bila rehma Xwedê li şehîdê me be. Xwedê sebrê bide malbata wî, Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û gelê me. Xwedê şîfaye bide hevalên me yên birîndar.

Çawîşê Binefser Ahmet Topçu di Operasyona Kaniya Aştiyê de şehîd bû. Mala bavê wî li Enqerê ye. Malbatê şîn danî.

Qeymeqam Ziya Polat, Şaredarê Mamakê Murat Köse û rayedarên leşkerî çûn mala şehîd a li taxa Kûçûk Kayaşa Mamakê.

Kesên ku xebera şehîd bihîstin berê xwe da mala şehîd.

Li mehellê û mala şehîd alayên Tirkiyê hatin darvekirin.

Şaredariyê li ber mala şehîd konê şînê danî .

Di kon de mêvan sersaxîyê didin malbata şehîd.

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE